Haydar Şahin
25 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2019
Li axa Diyarbekirê ya bi ber û bereketa bi hezaran cure nebat hêşin dibin û ji wan nebatan gelek xwarin tên çêkirin. Li bajarê xwediyê mitfaxa dewlemend agirê kuçikan ji bo "babaganuşê" tê dadan.

Mitfaxa Diyarbekirê ya bi xwarinên wekî kutilk, parxan, tirşik û tolmeyên tirş va tê zanîn û nika ji bo "babaganuş"ê amadehiyan dike. Belîcanên kozkirî bi sîr û rûnê malan yan jî rûnê zeytûnan tê qelandin, li gor daxwazê hêkê di nav da dişkênên û xwarina babaganuşê çêdikin.
Jinên Diyarbekirî ligel germahiya hewayê li park, baxçe û rastan agirê kuçikê xwe dadidin û di nav rojê da belîcanan koz dikin.

Ji bo amadekirina babaganuşa ku zivistanê tê xwarin demsala sebze hêşin dibin xebat dest pê dikin û hin caran jin li ber agir bi erbaneyê kilam û sitranan dibêjin.
Navenda Piştgiriya Malbatê ya Wezareta Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî ji bo di nav taxan da dû zêde dernekeve gelek caran jinan dibe rastên dorvekirî.

- "Ji bo xwarineke xweş bi kêfxweşî li ber agir disekinin"
Sevda Bozabaka ji bo babaganuşê belîcan avêtibû nav agir daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji bo amadehiyên zivistanê bi dost û eqrebeyên xwe ra hat vê derê.

Bozabakê got gelekî ji babaganuşa xwarina herêmî hez dikin, belîcanên ku koz dikin ji bo zivistanê têxin babaganuş di cemedangdan da vedişêrin.
Bozabaka got ji ber ku bi hev ra amadehiyên zivistanê dikin gelekî kêfxweş dibin û wiha pê da çû: "Ji bo zivistanê xwarineke xweş daynin ser sifreya mêvanên xwe em kêfxweşî li ber agir rûdinin. Elînazîk tê çêkirin û xwarinên din tên çêkirin."

- "Karekî zehmet e, dibê mêr qîmeta me bizanibin"
Guler Sebukê diyar kir ku guh nadin kelekela germê li ber agir amadehiyên babaganuşê dikin.
Sebukê got ku wekî salete jî babaganuşê dixwin û wiha axivî: "Em havînê di binê germahiya tavê da çêdikin û diavêjin cemedangê. Zehmetê wê zêde ye, dibê mêr qîmeta me bizanibin. Her tim li ser sifreyên me ye. Her tişt li aliyekî babaganuş li aliyekî ye."
Zeynep Aslanê jî got ligel germahiyê bi kêfxweşî li ber agir belîcanan koz dikin.