İbrahim Atmaca
25 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2019
Li Mûşê bi piştgiriya dewletê qursa çêkirina xalîçeyan hat vekirin û bûk û xesû di qursê da li ser heman tevnê xalîçeyan çêdikin û him pîşe hîn dibin him jî piştgiriyê didin aboriya malbata xwe.
Bi piştgiriya ÎŞ-KURê va li Navenda Piştgiriya Malbatê qursa çêkirina xalîçeyan hat vekirin û Ayşe Bozkurta bûk û Sîbel Bozkurta xesû beşdarî qursê bûn û motîfên Mûşê li ser xalîçeyan neqiş dikin.
Bûk û xesû rojê nêzî 2 hezar girêyan davêjin û xalîçe, berik û sicade çêdikin.
Sîbel Bozkurta diya 4 zarokan li taxa Sunayê dijî û bi bûka xwe va beşdarî qursa xalîçeyan dibe û pîşe hîn dibin.
Bozkurtê diyar kir ku nêzî 5 mehan e ew di qursê da perwerde dibin û wiha dewam kir, "Ez û bûka xwe em li ser heman tevnê dixebitin. Em alîkariya hev dikin. Em li vê derê him pîşe hîn dibin him jî pere qezenc dikin û piştgiriyê didin aboriya malbata xwe. Piştî em vî pîşeyî tam hîn bibin, dilê me heye ku em kargehekê vekin."
Ayşe Bozkurta bûk jî got ku ew ji bo fêrbûna pîşe beşdarî qursê bû û ew û xesûya xwe plan dikin ku kargehekê vekin.
Kordînatora ADEMê Emel Alakuşê jî got ku bi piştgiriya ÎŞ-KURê qursa xalîçeyan vebû û 30 jin beşdar bûne.