Ömer Yasin Ergin
19 Tebax 2023•Rojanekirin: 22 Tebax 2023
Polêsên Midûriya Ewlehiya Bajêr ya Diyarbekirê berfeşîr da zarokên ku ji ber germê aciz bûn.
Li navçeya Sûrê ekîbên Şaxa Kontrola Trafîkê ya Midûriya Ewlehiya Bajêr çûn ziyareta zarokên li Parka Anzeleyê.
Polêsan bi zarokan ra sohbet kir, bi hev ra wêne kişandin û berfeşîr dan wan da ku ew hinekî hênik bibin.
Hin zarok ji bo hênik bibin diketin hewzên avê yên ji bo xemla bajêr hatine çêkirin, lê ji ber talûkeyê polêsan hişyarî da zarokan ku nekevin hewzan û baldar bin.
Zarokan jî spasiya polêsan kir.