Hakan Sarı
19 Tebax 2023•Rojanekirin: 21 Tebax 2023
Gola Erçekê ya ku 30 kîlometre dûrî navenda Wanê ye mazûvaniya werdeka dûvçik ya ku li dinyayê kêm mane, dike.
Li hewzeya Behra Wanê 215 cure teyr û tilûr tên dîtin. Li Gola Erçekê ya li rojhilatê Behra Wanê dikeve ji xeynî çûkên curbecur mazûvaniya werdekên dûvçik jî dike.
Nûçegihanê AAyê sazên li Gola Erçekê dîmenê werdeka dûvçik kişand ku di demên dawîn da hejmara wan zêde dibe.
Werdekên dûvçik yên li sazên Gola Erçekê hene bi pûrta xwe ya rengîn û xweşikiya xwe balê dikişînin.
Gola Erçekê ya ku hewzeya wê li ser rêya koça teyr û tilûran e ji hêla populasyon û cureya çûkan va dereke girîng e. Hewzeya golê ji xeynî zanyarên teyr û tilûran bal û dêna siruşthez û wênegiran jî dikişîne.