Türkan Tosun
03 Îlon 2020•Rojanekirin: 08 Îlon 2020
Hewza avjeniyê ya mobîl a li Baxlara navçeya Diyarbekirê eleqeya zarokan dikşîne.
Şaredariya Baxlarê di çarçoveya projeya Wezareta Werziş û Ciwaniyê ya bi navê "Bila Kesekî Soberiyê Nizane Nemîne" da hewzek ava kiribû ku li vir qursên soberiyê dest pê kir.
Şaredarê Baxlarê Huseyîn Beyoglu got jê 150 qîz tevahî 500 zarok tên vir ku fêrî soberiyê bibin.
Beyoglu got ji ber şewba koronayê tevdîr hatine dîtin û wiha axivî: "Her roj 4 hîndekar dersan didin û eleqeyeke mezin heye. Sibê qîz, paşê jî kur perwerdeyê dibînin û kêfa soberiyê dikin. Qurs wê heta dawiya meha îlonê wê dewam bike. Di rojên pêş me da emê xebatên din ên ku zarokan şa bike, bikin."