İbrahim Atmaca
03 Îlon 2020•Rojanekirin: 03 Îlon 2020
Li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê her çend meha îlonê jî hatibe tesîra germê neşikest û germ merivan aciz dike.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê ji daneyên Midûriya Herêmê ya Meteorolojiyê da hev, li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê hewa pir germ e.
Li herêmê hefteya çûyî li gor vê hefteyê piçekî hewa hênik bûbû, her çend meha îlonê hatiye jî kelekela germa havînê ye.
Li Gazîanteba ku weke parêzgeha lokomotîf a Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê tê nîşandan, germa hewayê 40 pile hat pîvan.
Dora sedî 30î nem hat pîvan û bi tesîra nemê va germa hewayê zêdetir tê hîskirin. Welatiyan xwe avêt binê dar û beran.
Walîtiya Gazîantebê ji bo bajêr hefteya çûyî seba germê hişyarî dabû. Ev hişyarî ji bo heya sibe êvarê li dar e.
Li gor hişyariyê hewaya germ wê heta 4ê îlonê dewam bike, divê kal û pîr û zarok di navbera saet 11-16an da dernekevin ber tavê.
Şanliurfa
Li Şanliurfayê jî di van rojên dawîn da hewa pir germ e.
Li Şanliurfayê danê nîvro germa hewayê ji 40 pileyî derbas bû. Bi nemê ra germ zêdetir hat hîskirin û merivan aciz dike.
Li bajêr gel hem ji ber şewba Kovîd-19ê hem ji ber germê zêde dernakevin derva.
Kêm kesên ku derketin derva jî li parkan û li ber Gola Masiyan a dîrokî xwe ji germê parastin.
Li navçeya Sirûcê jî cotkar li ber germê xebitîn û karê xwe kirin.
Ji cotkaran Mahmut Caymaz got ku ew hînî germê bûne û wiha dewam kir:
"Ez niha baçîkên xwe av didim. Bi nemê ra niha li vê derê germa hewayê ji 50yî jî zêdetir e, lê em hîn bûne."
- Adiyeman
Li Adiyemanê germa hewayê derket 40 pileyî û meriv di germê da aciz dibe.
Li bajêr meriv ji bo ku hênik bibin li Parka Demokrasiyê xwe avêtin binê sihan.
Ji welatiyan Yasemîn Yilmazê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku hewa pir germ e, heta ew mecbûr nemînin, dernakevin derva û wexta dertên jî xwe davêjin ber cihê sih.