Fatih Azgın
05 Tebax 2021•Rojanekirin: 08 Tebax 2021
Li Kozana navçeya Edeneyê malbata di şewata daristanê da mala wan û cihêzê qîza wan şewitî gelekî xemgîn e.
Mala Alî Saglam ya ku ew, jina wî û qîza wî bi hev ra tê da dijiyan di şewata daristanê ya 28ê tîrmehê da şewitî.
Ji bilî mal û eşyayên malbatê cihêzê Hîlal Saglamê jî di şewatê da zirar dît.

Malbat ewil di konê ku AFADê vegirtibû da ma û paşê çûn mala eqrebeyekî xwe ku li wir bimînin.
- "Me bi tenê canê xwe xelas kir"
Alî Saglam ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand mala wan ya ku 2 sal berê hatibû çêkiribû, eşyayên wan ên nû yên hê deynê wan dihat dayîn şewitîn.

Saglam rondik barandin, got wan hewl da ku ew agir vemirînin lê ew bi ser neketin û wiha axivî: "Mala min şewitî. Mitbax, sarinc, cilşo, ji derzî bigire heta ta her tiştê min şewitî. Cihêzê qîza min jî şewitî. Me derziyek jî jê xelas nekir. Me bi tenê canê xwe xelas kir. Me dawet jî taloq kir, ka em ê pê çi dawetê bikin?"
Saglam anî ziman ew benda alîkariyê ne û wiha dewam kir: "Ez benda alîkariya dewletê me. Ez dixwazim di demeke kin da mala min bê çêkirin. Hema konteynerek be jî dibe. Ez êvarê diçim mala eqrebayan, sibê jî têm vê derê. Xwedê nede serê dijminê min jî."