Aykut Karadağ
19 Hezîran 2023•Rojanekirin: 20 Hezîran 2023
Li Enqereyê serê sibê baraneke gur barî û tesîreke neyînî li ser jiyanê kir.
Ji ber baranê kuçe û kolan di binê avê da man.
Şofêran bi zehmetî wesayîtên xwe ajotin, di hatin û çûyinê da jî tengasî çêbû.
Li navçeya Yenîmahalleyê rêya li Herêma Pîşesaziyê ya Organîze ya Îvedikê demekê hat girtin.
Xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin û Rêbejayê piştî xebatan rê vekirin.
Ekîbên trafîkê hişyarî dan şofêran ku ew ji bo lehiyê baldar bin.