Günay Nuh
26 Nîsan 2026•Rojanekirin: 26 Nîsan 2026
Li deverên bilind ên Erdexanê di biharê da jî xebatên paqijkirina berfê dewam dikin.
Ekîbên Şeftiya Şaxa 183yemîn a Rêbejayê li ser rêyên Turkgozu-Posof-Damal û Şavşat û Ardanuçê berf paqij kirin.
Ekîban li ser rêya Erdexan-Şavşatê ya ku bajêr bi Behra Reş va girê dide, li taxa Saharayê xebatên firehkirina rê jî kirin.
Di dema xebatan da car caran şepeyên biçûk jî çêbûn.
Hatin û çûyîna li ser rêyên ku xebat tên kirin bi awayekî baldar û kontrol pêk hat.