Günay Nuh
18 Sibat 2023•Rojanekirin: 19 Sibat 2023
Li Erdexanê rêyên gundan yên ku berf û pûkê, girtibû hatin vekirin.
Walî Huseyîn Oner daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li seranserê herêmê berf û pûk bi tesîr e û li deverên bilind ên bajêr jî ji bo çûn û hatinê dibe sedema zehmetiyan.
Walî Oner axaftina xwe wiha domand: "Ekîbên me li seranserê bajêr xebatên xwe didomînin û rêya 22 gundên me girtî bû û niha hemû hatine vekirin."
Walî ji welatiyan xwest ku bila baldar bin û bi wesayîtên xwe bê tevdîr dernekevin rê.