Günay Nuh,Fırat Atmaca,Faruk Küçük,Hüseyin Demirci
18 Sibat 2023•Rojanekirin: 19 Sibat 2023
Li Herêma Rojhilatê bi şev germahiya herî kêm di bin sifirê da bi 25 pileyî li Agiriyê hat pîvandin.
Li seranserê Herêma Rojhilatê serma û seqem heye. Ji ber sermayê avên li hewşên mizgeftan û kaniyên li kuçeyan cemed girtin û cam û camekanên mal û dikanan qeşa girt.

Li herêmê bi şev germahiya herî kêm di bin sifirê da bi 25 pileyî li Agiriyê hat pîvandin. Li bajarên din jî di bin sifirê da li Erdexanê 22, li Qersê 21, li Erziromê 16, li Erzincanê 9 û li Îdirê 8 pile hat pîvandin.
Li Erziromê ji ber sermayê avên li hewşên mizgeftan cemed girtin û li sivder û sivirnekên malan cembelîkên dirêj û qerase çêbûn.
Li navenda Agiriyê li ser banê depoya avê ya goristinê cembelîkên bi qasî 4 mêtro dirêj çêbûn.
Li Sariqamîşa navçeya Qersê welatî ji bo wesaîtên wan cemed û qeşa negirin bi betaniyan nixumandin.
Wekî din li navendên kaşûnê jî qalindiya berfê li Palandokenê 146, li Palandoken-2yê 48 û li Sariqamîşê 62 santîmêtro hat pîvandin.