İbrahim Atmaca
27 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 28 Rêbendan 2020
Ji bo Herêma Rojhilata Anadoluyê hişyariya qeşa û cemedê hat dayîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li herêmê hewa wê ewrsayî û sayî be.
Tê payîn ku germa hewayê ya herêmê li gor şert û mercên demsalê be.
Bi şev germa herî kêm di binê sifrê da li Agiriyê 26, li Qersê 21, li Erziromê 14, li Erdexanê 12, li Îdirê 9, li Erzincanê 8, li Tunceliyê 7 pile hat pîvan.
Nav rojê germa hewayê ya herî zêde li Îdirê 8, li Tunceliyê 7, li Erzincanê 6, li Qersê 2, di binê sifrê da li Agiriyê 5, li Erziromê 2 û li Erdexanê pileyek tê payîn.
Li navendên kaşûnê qalindahiya berfê li Palandokenê 72, li Sarîqamîşê 44 û li Erganê 26 santêm hat pîvan.
Ji ber ku li tevahiya herêmê qeşa, cemed û cî bi cî mij tê payîn, rayedarên meteorolojiyê hişyarî da ku welatî baldar û bi tevdîr bibin.