Günay Nuh,Hüseyin Demirci,Fırat Atmaca
07 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2023
Li Erzirom, Erdexan, Agirî û Qersê sir û seqem heye û berf barî.
Li Erziromê bi şev germa hewayê di binê sifirê da 3 pile hat pîvan, dar û beran qiravî girt.
Di sermayê da li ser rê û peyarêyan cemed çêbû.
- Erdexan
Li Erdexanê jî sir û seqem tengasiyê dide kişandin.
Li bajêr ji ber sir û sermayê çem û kanî qerisîn. Li deverên bilind berf dibare.

- Qers
Li navçeya Sariqamîşê êvarê berf barî û tengasî da kişandin.
Navçe di binê berfê da spî bû, ekîbên şaredariyê berfa ser rêya verotin û xoy reşandin.
Li Navenda Xweşiqitandinê ya Cibiltepeyê qalindahiya berfê derket 10 santêman.
- Agirî
Li Agiriyê jî sir û serma heye.
Li bajêr bi şev germa hewayê di binê sifirê da 3 pile hat pîvan, destê sibehê berf barî. Berfê di demeke kin da çil û çiya spî kirin.