Günay Nuh
07 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 13 Rêbendan 2023
ARDAHAN (AA) - Rûyê Gola Çildirê di rojên dawîn da ji ber serma û seqemê bi piranî cemed girt.
Cemeda li ser gola ku di navbera Erdexan û Qersê da ye, li terefên qerexê cî bi cî gihîştiye 10 santîmetreyî.
Li texma Atalaya gundê Çildira navçeya Erdexanê jî qalindiya cemedê gihîştiye 10 santîmetreyî û welatî li ser cemeda golê patena cemedê dikin.
Geştiyarên tên serdana golê li ser cemedê dimeşin û wêneyan dikişînin.
Şaredarê Çildirê Kemal Yakup Azîzoglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir di rojên dawîn da serma û seqemê ra qalindiya cemedê gihîştiye 10 santîmetreyî û got ku em êdî li benda geştyarên xwecî û biyanî ne.
Kemal Yakup Azîzoglu destnîşan kir her roj geştariyên xwecî û biyanî tên û got ku Gola Çildirê di meha Adarê da jî zehf xweş e.
Ji welatiya Suat Încedere diyar kir her sal li ser golê patena cemedê dike û got ku me îsal jî bi patena cemedê kêf kir.
Ji welatiyan Arif Uzunkaya jî destnîşan kir li ser Gola Çildirê kêfên curbecur hene û yek jê jî patena cemedê ye.