Günay Nuh,Cüneyt Çelik,Ömer Tarsuslu,Faruk Küçük
30 Nîsan 2023•Rojanekirin: 01 Gulan 2023
Li deverên bilind ên Erzirom, Erdexan û Qersê berf barî.
Barana ku li Erziromê barî li deverên bilind cihê xwe ji berfê ra hîşt.
Çiyayê Palandokenê biharê jî dîsa bi berfê nixûmî.
Navenda Xweşiqitandinê ya Palandokenê jî çîlspî bû.
- Erdexan
Li Erdexanê berfa ku duh li deverên bilind barî îro jî dewam kir.
Berfa ku dem demî barî her der çîlspî kir.
Herî zêde di navbera Erdexan û Artvînê û li girên navçeya Golêyê da berf barî.
- Qers
Li Qersê jî cihên bilind berf barî.
Bihureka Hanlarê ya di navbera Dîgor û Qersê bi berfê nixûmî, şofêran bi zehmetî wesayîtên xwe ajot.
Ji bilî berfê mij û dûman jî çêbû.
Li navçeya Sariqamîşê jî deverên bilind bi berfê nixûmîn, kulîlkên vebûbûn di binê berfê da man.