Günay Nuh,Cüneyt Çelik,Muhammet Mutaf
03 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 04 Berfanbar 2022
Li Erzirom, Qers û Erdexanê ji ber berf, mij û sermayê tengasî tê kişandin.
Li Erziromê germa hewayê di binê sifirê da pileyek hat pîvan, camên wesayîtan qeşa kişand, nebatên park û baxçeyan qiravî girtin.
Deverên bilind ên bajêr di binê berfê da ne, cî bi cî bi mij û xumam e.
Li Navenda Xweşiqitandinê ya Palandokenê qalindahiya berfê 13 santêm hat pîvan.

- Erdexan
Li Erdexanê jî li navenda bajêr bi şev baran barî, paşê vegerande berfê.
Deverên bilind ên bajêr di demeke kin da spî bûn û cî bi cî bager rabû.
Ji welatiyan Efsal Karabag diyar kir, berf li gor par dereng barî û wiha got, "Çiqas bibare, ew qas baş e. Divê li Erdexanê berf bibare."
- Qers
Li Qersê jî serma û mij çêbû.
Li bajêr şilope barî û heta serê sibehê dewam kir.
Piştî şilopeyê mij çêbû, di rêya Qers-Erzirom û Qers-Îdirê da mesafeya dîtinê heta 5 mêtreyî ket.