30 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2015
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê şev hewaya herê sar di bin sifrê de 10 pile li Agiriyê hat pîvan û li herêmê berfê dest pê kir.
Li gor agahiyên ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hatin bidestxistin herêm di bin tesîra hulmegura bilind a Sibîryayê da ye. Li herêmê hewaya herî sar bi şev di bin sifrê de 10 pileyî li Agiriyê hat pîvan. Li bajarên din jî germahiya hewayê li Erzincan û Qersê di bin sifrê de 9, li Erdexanê di bin sifrê de 8, li Erziromê di bin sifrê de 6, li Dersimê di bin sifrê de 3 û li Îdirê di bin sifrê de 2 pile bû.
Dihat payîn ku li herêmê berf bibare û berfê berdestê sibê dest pê kir. Tê texmînkirin ku berfê heta 3yê kanûna paşîn dem bi dem bibare.
Tê texmînkirin ku îro hewaya herî germ li Dersimê 9 pîle, li Erzincanê 4, li Îdirê 3, li Erdexanê sifir û li bajarên din li Qers û Erziromê di bin sifrê de 1, li Agiriyê jî di bin sifrê de 3 pile be.
Beriya berfa ku vê sibê dest pê kir li Navenda Kaşûnê ya Konakliyê ya Erziromê sitûrahiya berfê 45, li Navenda Kaşûnê ya Palandokenê 40, li Navenda Kaşûnê ya li navçeya Sarîqamîşê 9 û li Navenda Kaşûnê ya Erganê ya li Erzincanê jî 8 santîmetro bû.