İlhami Erkılıç
15 Mijdar 2024•Rojanekirin: 16 Mijdar 2024
Li Çata navçeya Erziromê teyrê sîqalk ê ku bi birîndarî hat dîtin tê dermankirin.
Li çolwarên navçeyê kesên ku dîtin teyrekî sîqalk bi birîndarî li erdê ye, xeber dan ekîbên Rêveberiya Şaxa Erziromê ya Parastina Siruştê û Parkên Neteweyî (DKMP).
Ekîban teyr ji bo dermankirinê anîn navendê.
Hekîmê beytar ê li DKMPê Selçuk Albayrak teyr mieyene kir û tesbît kir ku lingê wî werimiye û ji baskên xwe birîndar e. Teyr ji bo dermankirinê sewqî Navenda Dermankirin û Rehabîlîtasyona Ajelên Kovî ya li Qersê kirin.