Zeynep Rakipoğlu
14 Mijdar 2024•Rojanekirin: 23 Mijdar 2024
Tengava Stenbolê ya rêya avê ya navneteweyî ya ku parzemînên Asya û Ewropayê ji hevdu cuda dike û her wiha Behra Marmarayê û Behra Reş bi hev va girê dide, ji hêla Ajansa Anadoluyê (AA) bi kameraya binê avê hat kişandin.
Çêkerê belgefîlmên binê avê û derhênerê dîtbatî Tahsin Ceylan xwe noqî Tengava Stenbolê kir û bi kameraya binê avê û rêbaza firqasa demî (time-lapse) va ekosîstem û berhemên çandî yên Tengavê kişandin.
Di dîmenan da Qesra Dolmabahçeyê ya li keviya Tengavê û Mizgefta Mezin a Mecîdiyeyê ya li Ortakoyê ku mîrata çandî ya Stenbolê ne, dixuyên.
Ji xeynî van di dîmenan da Birca Keçan jî dixuyê ku wekî "sembola nazik a bajêr" tê tewsîfkirin û bi restorasyonê va hat nûkirin.