Günay Nuh
16 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 18 Rêbendan 2025
Li Gola Çildirê ya cemedgirtî ya li sînorê Qers-Erdexanê pêşangeha wêneyan hat vekirin.
Pêşangeh ji aliyê Wezareta Çandinî û Daristanê va hat vekirin û wêneyên ku di 14emîn Pêşbaziya Wêneyên Însan û Daristanê ya Çandiniyê ya Navneteweyî da ketin dereceyê hatin pêşandan.
Waliyê Erdexanê Hayrettin Çiçek beşdarî vekirina pêşangehê ya li mewqiya Akçakaleyê ya Gola Çildirê bû. Walî Çiçek diyar kir ku wêneyên çandinî, heywandarî, av û jiyana gundewarî tên pêşandan, her wiha lidarxistina organîzasyonê ya li herêmê girîng e.
Piştî merasima vebûnê beşdar li pêşangehê geriyan.