Gültekin Yetgin
23 Hezîran 2023•Rojanekirin: 24 Hezîran 2023
Li Durogluya bajaroka Gîresunê ji ber baranê lehî rabû û hezaz çêbûn.
Barana bişev tesîra xwe zêde kir ji pal û kêşan dar, devî û xwelî bi xwe ra anî û li navenda bajarokê bû sedema zirar û ziyanê.
Av li hin mal û dikanan qelibî û wesayît di nav heriyê da man. Li bajaroka ku hezaz çêbûn welatî mehsûr man û ji alî ekîbên AKUTê va hatin xelaskirin.
Ekîbên Şaredariya Durogluyê bi makîneyên kar va xebatên xwe didomînin.
Şaredar Halîl Çetîn daxuyanî da rojnamegeran û got ku ji ber baranê li gelek deverên bajarokê hezaz çêbûn û wiha domand: "Ji ber hişyariyên meteorolojîk em ji şevê da li bendê bûn û me amadehiyên xwe kiribû. Heta niha tişt bi kesî nehat lê bi tenê ji ciyekî me xeber hilneda û tê gotin ku bi tenê malek xera bûye li Taxa Çaglayanê."