Bülent Mavzer
23 Hezîran 2023•Rojanekirin: 01 Tîrmeh 2023
Hespên serberedayî li zozanên li Çiyayên Erezê yên di navbera Îdir û Agiriyê da diçêrin.
Li Zozanê Zorê yê li Çiyayên Erezê ku 2 hezar û 800 mêtro bilind e, dîmenên hespên serbedayî hatin kişandin ku berdane çolê.
Hespên berdane çolê di nava mêrg û çêregehên herêmê da diçêrin.
Sirûşthez û werzîşvanên sirûştê yên tên herêmê eleqeyeke mezin nîşanî hespên berdane çolê didin.
Ji sirûşthezan Murat Akkuş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bi hevalên xwe ra ji bo hilkişin Çiyayê Zorê hatine û got ku em li herêmê rastî hespên serberedayî hatin.
Murat Akkuş destnîşan kir ji ber hesp zû da ye li çolê mane kovî bûne û wiha got, "Gava me hespan dît em kelecanî bûn û me dîmenên wan kişand. Hesp pêşiyê bi ser me da hatin, lê di pey ra ji berpalên çiyê ber bi hêla Bazîdê va çûn."