Galip Kılınç
23 Hezîran 2023•Rojanekirin: 01 Tîrmeh 2023
Li Bulanika navçeya Muşê paleyên jin di zeviyên silqê da dixebitin.
Paleyên ji bajarên der û dorê hatine navçeya Bulanixê serê sibehê di zeviyan da dest bi kar dikin û heta êvarê dixebitin.
Ji paleyan Hazal Eratê daxuyanî da û got ku ew 3 sale tê û di zeviyên silqan da paleyiyê dike.
Esra Demirê jî ragihand ku ew dixwazin di debara malê da keda wan jî hebe û bi vê armancê tên û paleyiyê dikin.
Hasan Demir ê silq daniye jî got ku li navçeya Bulanikê silq tê danîn û ji bo debara navçeyê berhemeke baş e.