Deniz Açık,Sergen Sezgin
19 Nîsan 2023•Rojanekirin: 20 Nîsan 2023
Li perava li Samandagiyê ku li Tirkiyeyê yek ji peravên herî dirêj e, ji bo reqên "Chelonîa Mydas" û "Caretta Caretta"yê ku li ser rûyê dinyayê kêm mane, ciyê hêkdanînê ye.
Perava ku req di heyama Gulan û Tîrmehê da hêkên xwe datînin niha jî mazûvaniya xalxalokan dike.
Li plajê kesên ku koma xalxalokan dibînin wêne dikişînin.
Hîndekarê Beşa Biyolojiyê ya Fakulteya Fenê ya Zanîngeha Eskîşehir Osmangaziyê Dr. Hakan Çalişkan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got, "Gelek bihokên weke xalxalokan (Coccinellidae) di bin bandora şert û mercên av û hewayê da dibînin, di biharê da yan jî gava hewa sar dibe, yan jî piştî baranê gava hewa germ dibe li dora hev kom dibin."
Hakan Çalişkan destnîşan kir piştî ku baran z3ede barî û di pey ra jî hewa ji nişkêva germ bû dibe ku xalxalok mloma li perava Samandagiyê kom bûn û wiha axivî, "Xalxalok gava wê zêde bibin yan jî ji ber guherîna demsalê cî biguherînin li hev kom dibin. Xalxalok bi taybetî biharê ji ber sedema ku wê zêde bibin tên cem hev."