11 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 15 Berfanbar 2015
HAKKARÎ
Li Yuksekovayê ji ber ku berf û bagerê zirarê da navenda trafoyê 10 roj e ceyrana gundekî tuneye.
Li gundê Onbaşilara li ser sînorê Îranê ku 40 kîlomêtro dûrî navçeyê ye ji ber ku berf û bagerê zirar da navenda trafoyê 10 roj e ceyran tuneye.
Li gundê ku nifûsê wê 140 e û 20 xanî hene, xwendekar li ber find û lembeyan dersa xwe çêdikin û gundî jî piraniya kar û barên xwe di tariyê da dikin. Welatiyên li gund li ber navenda trafoyê civiyan û daxwaz kirin ku rayedar pirsgirêkê çareser bikin.
Ji gundiyan Rahîm Çelik diyar kir ku 10 roj e di tariyê da ne û wiha got: "Zarokên me nikarin dersa xwe çêkin. Li ber findê dersa xwe çêdikin. Em şîvar û şerpeze ne. Em hêvî dikin ku di demeke kurt da ceyrana me çêbe."
Ji xwendekaran Dîlan Yardimciyê jî destnîşan kir ku nikarin dersa xwe çêkin û wiha got: "Li ber lempeya xazê ez dersa xwe çêdikim."