21 Îlon 2017•Rojanekirin: 21 Îlon 2017
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahî li gor demsalê wê 3-5 pile zêde bibe.
Li gor agahiyên Midûriyeta Herêma 12emîn a Meteorolojiyê li herêmê hewa wê pir ewrawî be.
Li Herêmê germahî li gor demsalê wê 3-5 pile zêde bibe, ji aliyên cuda hin caran wê ba rabe.
Ji bilî Erzinganê li bajarên din piştî nîvro baranê bibare.
Germahiya hewayê li herêmê herî kêm bi şev li Qersê 7 pile, li Erdexanê 8 pile, li Agiriyê 12 pile, li Erziromê 13 pile, li Erzingan û li Tunceliyê 16 pile û li Îdirê jî 17 pile hat pîvan.
Tê texmînkirin germahiya hewayê wê li Tuncelî û Erzinganê 35 pile, li Îdirê 32 pile, li Agiriyê 30 pile û li Erdexan û Qersê 28 pile, li Erziromê 27 pile be.