20 Îlon 2017•Rojanekirin: 20 Îlon 2017
BATMAN
Şaredariya Batmanê ya ku bi Biryarnameya di hikmê Qanûnê da lê wezifedarî hat kirin ji bo 11 hezar xwendekarên diçin pola 1ê dest bi dayîna alîkariya amûrên qirtasiyeyê kir.
Şaredariya Batmanê heta niha 2 hezar û 952 heb pakêtên ji bo perwerdehiyê bi zabitnameyê teslîmî rêveberiyên dibistanan kir.
Tê payîn ku nava heftê da wê hemû alîkarî li xwendekaran bê belavkirin.
Wekîlê Şaredar Ertug Şevket Aksoy diyar kir ku ji bo serfiraziya xwendekaran dibistanên li navend û gundên ser navendê jî di projeya piştgiriyê da bi cih kirin.
Di pakêta piştgiriyê da çente, amûrên qirtasiyeyê û avdank heye.