Şahin Seçen
24 Rêbendan 2026•Rojanekirin: 25 Rêbendan 2026
Li Heskîfa navçeya Batmanê xebatên têkoşîna dijî berfê dewam dikin.
Di daxuyaniya qaymeqamtiyê da hat diyarkirin ku bi kordînasyona Qaymeqamtiyê ekîbên girêdayî Midûriya Îdareya Taybet a Navçeyê li tevahiya navçeyê bi taybetî li taxên gundewar û rêyên gundan bê navber xebatên paqijkirina berfê û vekirina rêyan didomînin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ji bo ku jiyana rojane ya welatiyan nekeve tengasiyê û hatin û çûyîn bi awayekî ewledar pêk bê ekîb bi şev û roj dixebitin, dijî şertên hewaya nebaş tevdîrên hewce hatin hildan.