Kadir Yıldız,Ömer Ürer
14 Mijdar 2024•Rojanekirin: 15 Mijdar 2024
Li aliyê Kocaelî û Çiyayê Boluyê mij ket.
Li navenda bajêr, Îzmit, Golcuk, Başiskele û Kartepeyê pileya germê heta 12 dereceyan daket û mesafeya dîtinê ket.
Li cihên ku mesafeya dîtinê ket ajokaran wesayitên xwe bi baldarî ajot.
- Duzce
Mij û dûmanê bandoreke neyînî li ser hatin û çûyina li herêma Çiyayê Boluyê ya rêya D-100î kir.
Li deverên Kaynaşli, Biçkiyan, Bakacak û Karanlikdereyê mijê bandor kir. Ji ber mijê mesafeya dîtinê heta 30 mêtroyan daket.
Ekîbên li herêmê wezîfedar, hişyarî dan ajokaran da ku wesayitan hêdî biajon û mesafeya teqîbê biparêzin.