Ekrem Payan
14 Mijdar 2024•Rojanekirin: 21 Mijdar 2024
Li Silopiya navçeya Şirnexê 30 xezalên ji Îstasyona Lihevzêdekirina Xezalan a Sala 75emîn a Şanliurfayê hatine anîn, berdan çolê.
Ji bo berdana van xezalên ku cisnê wan li ber talûkeya qelandinê ye û tên parastin li mezraya Bestabelekê ya gundê Uçagaçê ya li quntara Çiyayê Cudiyê merasimek hat lidarxistin.
Waliyê Şirnexê Bîrol Ekîcî beşdarî merasimê bû û got gelek heywan û jîndar li herêma Çiyayê Cûdiyê dijîn.
Ekîcî anî ziman ji bo ku ew 30 xezalî berdin çolê hatine li cem hev û wiha axivî: "Ez van heywanan emanetî welatiyên me yên ku li vir dijîn û zarokên me yên ku dahatûya me ne dikim."
Midûrê Herêmê yê Parastina Siruştê û Parkên Neteweyî yê Şanliurfayê Hakan Mumcuoglu jî diyar kir ku wan di sala 2006an da li Îstasyona Lihevzêdekirina Xezalan a Kizilkuyuyê ya Şanliurfayê bi 86 xezalan dest xebatê kiriye.
Mumcuoglu anî ziman ku hejmara xezalan derketiye 454an û wiha dewam kir: "Herî dawî bi çêbûna 175 xezalan va em gihîştin hejmara ku têrê dike û pêwîstî çêbû ku ew bên neqilkirin. Li vê qadê di sala 2020an da 50 û di sala 2021ê da jî 40 xezal li çolê hatin berdan. Bi vê bernameyê va jî em ê 30 xezalan berdin çolê."
Mumcuoglu got wan cîhaza şopandinê daniye ser 3 xezalên nêr ku bişopînin ka ew diçin ku û çi dikin, paşê ev agahî wê wek agahiyên zanistî bên bikaranîn.
Piştî axaftinan rayedaran 30 xezal berdan çolê.