11 Adar 2016•Rojanekirin: 12 Adar 2016
DIYARBAKIR
Li kolana Gaziyê ya li Sûra navçeya Diyarbekirê, piştî ku operasyonên li dijî endamên PKKya rêxistina terorê temam bûn, jiyana rojane cardin geş dibe.
Li Sûra ku di 28ê cotmeha 2015an da ji bo qefaltina endamên rêxistinê, rakirina barîkatan û girtina çalan qedexeya derketina derva hat îlankirin û operasyon dest pê kirin, piştî 103 rojan operasyon qediyan.
Piştî ku operasyon qediyan û endamên rêxistinê ji navçeyê hatin paqijkirin welatî vedigerin ciyên ewle yên li herêmê.
Piştî operasyonan welatî û esnaf li ber dikanên xwe û Migefta Mezin tên bal hev. Hin esnaf jî piştî paqijiyê dikanên xwe vekirin.
Li taxên Cevatpaşa, Fatîhpaşa, Dabanoglu, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaşê û kolana Gaziyê ku qedexeya derketina derva dewam dike, hêzên ewlehiyê xebat û lêgerînên xwe yên ji bo dîtina teqemeniyan jî didomînin.