28 Mijdar 2015•Rojanekirin: 29 Mijdar 2015
DIYARBAKIR
Walîtiya Diyarbekirê ragihand ku li 6 tax û kolaneke Sûra navçeya Diyarbekirê ku pevçûn lê derket, qedexeya derketina derva hat îlankirin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku li Sûrê endamên rêxistina terorê kuçeyan bi bariyerên beton digirin û xendekan dikolin û jiyana welatiyan asteng dikin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Ji bo girtina xendekan û rakirina bariyeran û ji bo ewlehiya can û malê welatiyan, li taxên Cevatpaşa, Dabanoglu, Fatîhpaşa, Hasirli, Savaş û Yilmaz û kolana Gazî di saet 13.00an da qedxeya derketina derva hat îlankirin."
Li navçeya Sûrê li ser kuçeya Yenîkapiyê dema ku Baroya Diyarbekirê ji bo Mînareya Çarpê ya ku di bûyerên terorê da zirar dîtibû daxuyaniya çapemeniyê dida pevçûn derketibû û di pevçûnê de polêsek cangorî bûbû û Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî jî hatibû kuştin. Di bûyerê da nûçegihanê AAyê Azîz Aslan jî di nav da gelek kes jî birîndar bûbûn.