Şener Toktaş
03 Adar 2024•Rojanekirin: 13 Adar 2024
Li mezraya Karacayê ya li ser gundê Konalgaya Bidlîsê tenê bav û kurê wî dijîn.
Hasan Sevenê di sala 1971an da li mezraya Karacayê ji dayik bû ji ber bûyerên terorê di sala 1985an da bi malbata xwe va koçî Stenbolê kir.
Wê demê li gund 13 mal hebûn û Seven di temenekî biçûk da ji gundê xwe dûr ket.
Sevenê çû Stenbolê bi karê dergevaniyê û şofêrtiya texsiyê debara malbata xwe kir û di sala 2007an da vegeriya gund.
Seven li gund malek ava kir û heta 2015yan li vir jiya. Lê ji ber bûyerên terorê Seven dîsa mecbur ma ku vegere Stenbolê.
Piştî bûyerên terorê qediyan û li herêmê ewlehî pêk hat Seven dîsa vegeriya mala xwe û 2 meh berê jî kurê wî yê 18 salî Musa Seven hat cem wî.
Seven û kurê wî niha li mezrayê bi tena serê xwe dijîn û ew dia dikin ku dîsa bûyerên terorê çênebin û ew mecbur nemînin ku terka mala xwe bikin.
Seven ji nûçegihanê AAyê ra got ji ber ku ev der axa bav û kalên wî ne ew naxwaze terka gundê xwe bike û wiha axivî: "Ji ber vê yekê em vegeriyan û li vir bi cih bûn. Pêdiviya me bi alîkariya dewleta me heye. Rêya me xirab e, xeteke avê ya nû hewce dike, ji bo ku em heywanên xwe bibin qûntara Çiyayê Sîserê jî pireyek lazim e. Em ê êdî li gund bijîn. Li Stenbolê debara jiyanê zehmet e. Eger rê û pireyeke me hebe malbatên me yên din jî wê werin."
Seven diyar kir ku hevjîna wî û 4 zarokên wî li Stenbolê dijîn û wiha got: "Ji bo erdên me yên ku ji bavê me ji me ra mîrat mane belgeyên me hene. Me destûr hilda ku em li gundê xwe bi cih bibin. Ez ji hezîrana par va li vir im. Bi îzna Xwedê ez ê her tim li vir bim û êdî ji gund dernekevim. Jiyana gund pir xweş e. Me bi bizinek, 4 mirîşk, 2 dîk û pisîkekê va dest bi kar kir. Hêvîdar im ku hîn zêdetir bibin."
Musa Sevenê ku 2 meh berê hatiye li cem bavê xwe jî diyar kir ku ew ê li vî gundê ku hewa û ava wê paqij e çandinî û heywandariyê bikin û ew ê êdî neçin Stenbolê.