Halil İbrahim Sincar
06 Adar 2025•Rojanekirin: 06 Adar 2025
Li Mîdyada navçeya Mêrdînê otomobîl welgeriya şarampolê û 2 kesên tê da mirin.
Li ser rêya Mêrdîn û Batmanê texma Uçyolê otomobîla ku plaqeya wê û navê şofêrê wê nehat diyarkirin, ji kontrolê derket û welgeriya şarampolê.
Li ser êxbarê, ambulans, cendirme û ekîbên îtfaiyeyê sewqî cihê qezayê kirin.
Di kontrola ekîbên tenduristiyê da hat tesbîtkirin ku Îsmaîl D. û Fatma A. mirine.
Cinaze rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mîdyadê.