Fatih Gazioğlu
08 Gulan 2019•Rojanekirin: 12 Gulan 2019
Li Tarsusa navçeya Mêrsînê berhevkirina zebeşan dest pê kir.
Serokê Odeya Zîraatê yê Tarsusê Veyîs Avci cotkarên ku li taxa Kulakê dixebitin ziyaret kir û bi wan re beşdarî berhevkirina zebeşan bû.
Serok Avci daxuyanî da û got ku li Tirkiyeyê zebeş ewil li vê derê tên berhevkirin û wiha axivî:"Em ji ber vê gelekî kêfxweş in. Li navçeya me li ser qasî 20 hezar dekar erdîzebeş tên çandin. Îsal ji ber hin pirsgirêkan em nikarin zebeşên xwe îxraç bikin. Em ê zebeşên xwe îsal piranî bidin piyasaya hundir. Heyama nû bila ji bo hemû xebatkarên me ser xêrê be."