Welatiyên li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê geşedanên der barê hevdîtina li Dolmabahçeyê ya ku wir ji bo çekdanînê bangî PKKê kirin, seranserê rojê ji televîzyonan şopandin.
Li bajêrên herêmê dema Arîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan û Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala bi Cîgirserokên koma HDPyê Pervîn Bûldan, Îdris Balûken û Parlementerê HDPyê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder re li Ofîsa Serokwezîriyê ya li Dolmabahçeyê hevdîtin dikirin, kolan qerebalix bûn û welatî ji televîzyonên li kargeh, restoran û qehwexaneyan daxuyaniya hevpar temaşe kir.
Welatî dixwazin ku atmosfera aramiyê ya ku bi pêvajoya çareseriyê pêk hat berdewam bike û ji ber banga çekdanîna PKKyê bi kelecan bûn û gelekî kêfxweş bûn.
- Diyarbekir
Esnaf Îbrahîm Mûtlû daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku hevdîtin ji ser televîzyonê şopandin û serbilind bûn, gelek kêfxweş in ku dê di biharê de çek bên danîn.
Îlhan Bûdak jî qal kir ku bi kelecanî li bendê bûn ku çek bên danîn û wiha axivî: "Heke aştî çêbe dê her kes di nav aramiyê de bijî, dê hêstir rawestin. Em aştiyê dixwazin. Ez cizîrî me û min bi pêvajoya çareseriyê xweşikiyên welatê xwe yên sirûştî yên ku min berê nedîtibûn dîtin. Em ê ji niha pê ve li Çiyayê Cûdiyê bi hevalên xwe yên kurd û tirk re derkevin geştê."
Esnaf Yûnûs Eryilmaz jî got daxwaza dilê me ew e ku aştî û aramî bê welêt û destnîşan kir ku hêviyên wan ên ji bo aştiyê her ku diçin geştir dibin.
Alî Aslan jî diyar kir êdî naxwazin ku li welêt tu kes bimire û da zanîn ku wek gel dixwazin ku encama pêvajoyê bibe aştî û bandora wê ya erênî li hemû welêt belav bibe.
- Şirnex
Kargêr Mehmet Sayan got ku bandora erênî ya pêvajoya çareseriyê li herêmê di her qadê de hîs dikin û dixwazin ku pêvajoya çareseriyê berdewam bike û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Min baweriya xwe bi pêvajoya çareseriyê anî û kargeh vekir. Hêviya me ew e ku pêvajoya çareseriyê pêş bikeve. Daxuyaniyên ku îro hatin dayîn bi rastî jî em kêfxweş kirin."
Soner Somê teqawîdbûyî destnîşan kir ku banga çekdanînê hêviyên wan ên der barê berdewamiya rojên aram zêde kir û got saya vê yekê dixwazin ku li welêt aştiyeke mayînde çêbe. Som diyar kir ku "rawestana xwînê dê kêrî her du aliyan jî bê. Dê aboriya herêmê xurtir be" û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Gelek xweş e ku çek bên danîn û gelê herêmê bigihêje aramiyê. Em dixwazin ku êdî biratî bê avakirin. Heke xwîn raweste aştî bê dê xizmetên perwerde û tenduristiyê pêş bikevin. Xwedê ji wan kesên ku piştgirî dan vî karî razî be."
Ramazan Tunç jî da zanîn li bendê bûn ku ji bo çekdanînê bangê bikin û bal kişand ku daxuyaniya ku hat dayîn hêviyên wan ên ji bo dahatûyê geş kirin û wiha axivî: "Em êdî bêtir ji pêvajoya çareseriyê bawer dikin." Tunç got bawer dikin ku dê ji niha pê ve ji bo aştiyê pêngavên erênîtir bên avêtin.
Ji navçeya Silopiyê Bûrhan Okten da zanîn ku tekane daxwaza wan aştî û aramî ye.
Suleyman Dûrmûş jî got dixwazin ku li welêt aramî û aştî mayînde be û qal kir ku ji ber daxuyaniyan kêfxweş bûn.
- Batman
Ji welatiyan Abdûrrahman Akbûlût destnîşan kir ku li bendê ne ku her kes piştgiriyê bide vê pêvajoyê. Akbûlût bal kişand ku divê çek rawestin û wiha axivî: "Divê êdî xwîna birayan nerije. Heke pirsgirêkek hebe divê di nav nêrîna aştî, biratî û aramiyê de çareser bikin û li bendê ne ku guh bidin dengê her kesî."
Bûrhan Ak da zanîn ku daxuyaniyê hêviyên wan ên der barê pêvajoyê de zêde kirin û got heke pêvajo bi awayekî zelal berdewam bike dê gel zêdetir piştgiriyê bidê.
Mehmet Şah Çelîk jî qal kir ku jidil piştgiriyê didin pêvajoyê û wiha axivî: "Em li bendê ne ku pêvajo leztir pêş bikeve û pêngav bi leztir bên avêtin. Divê demildest çek rawestin û mirov destê aştiyê dirêjî hev bikin."
- Mêrdîn
Esnaf Mehmet Denîz qal kir ku rageşiyên ku li herêmê diqewimin gelekî li ser wan tesîr dikin û got ku ji ber vê yekê divê girîngiyê bidin pêvajoya çareseriyê. Denîz destnîşan kir ku her kes ji bo agirê ku di rabirdûyê de hatiye geşkirin vemirîne divê piştgiriyê bide û wiha axivî: "Bila êdî xwîn nerije, dayik negirîn. Ew kesê kişandiye vê êşê dizane. Înşallah aştî û aramî bê welatê me. Aştî xweş e."
Esnaf Ramazan Ekîn jî got her dem aştiyê difikirin û hemû hêviyên wan ji bo aştiyê ne.
Mehmet Çelîk bal kişand ku hewcedariya herêmê herî zêde bi aştiyê heye û da zanîn ku Mêrdîna ku çandên cuda tê de cî digirin dikare ji bo aştiyê bibe model.
Abdûrrahman Ûmûtê ku li Qoserê dijî jî diyar kir ku daxuyaniya ji bo aştiyê wek mizgîniyekê dîtin. Ûmût got ji bo her kesê ku aştiyê dixwaze dia dike û li herêmê jidil li benda aştiyê ne.
- Sêrt
Kargêr Huseyîn Çîçek got banga çekdanînê erênî dîtin û êdî naxwazin ku li Tirkiyeyê bûyerên dilsoj biqewimin. Çîçek qal kir ku bi pêvajoya çareseriyê li herêmê aramî çêbû û got em dixwazin daxuyaniyên wiha erênî berdewam bikin.
Cotyar Hasan Kaymaz jî destnîşan kir ku piştgiriyê didin pêvajoya çareseriyê û diyar kir ku bi pêvajoya çareseriyê pevçûn rawestiyan û heke çek bên danîn dê li herêmê aramî zêdetir be.