Önder Beyter
08 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 17 Tîrmeh 2020
Li herêmên gundewarên Mûşê, dema çêkirina reçela tûyê dest pê kir.
Reçela tûyê ku li herêmê ji bo ku zivistanê were xwarin tê çêkirin û her wiha li gorî ku tê zanîn ji bo tenduristiyê gelekî mefadar e, ji bo malbatan jî derfeteke girîng a dahatê ye.
Her sal vê serdemê bi alîkariya mêran tû tên berhevkirin û dû ra tên şûştin. Tû paşê di sîtilê da tên kelandin û ji bo ku vepesire hinekî tê sekinandin. Çêkirina reçela tûyê pisporiyeke baş dixwaze.
Behçet Demirelê 68 salî ku li Taxa Kaleyê ya navendê dijî, bi salan e bi qayideyê kevneşopî reçelê çêdike, difiroşe û dahata ku jê tê jî li malbatê xerc dike.
- "Em kîloya wê didin 15 lireyî"
Demirelê ku bi alîkariya zarok û neviyên xwe darên tûyê dadiweşîne û tûyan berhev dike, diyar kir ku ew şefeqê radibin û heya êvarê pê nadin ber pê.
Demirel destnîşan kir ku çêkirina reçela tûyê hinekî dirêj diajo û wiha dewam kir, "Ji zû va ye em ji darên xwe yên tûyê reçelê çêdikin. Em ji qismekî tûyê reçelê çêdikin, difiroşin û qismekî din jî hişk dikin û zivistanê dixwin."
Behçet Demirel got ku ew salewextê qedera 700 kîlogramî tûyê berhev dikin û kîloya wê jî bi 15 lireyî difiroşin.