Türkan Tosun
22 Mijdar 2018•Rojanekirin: 22 Mijdar 2018
MÛŞ
Li Mûşê 25 jinên ku diçin qursa çêkirina lihêfan him dibin xwedî pîşe û him jî debara xwe dikin.
Bi hevkariya Şaredariya Mûş û ÎŞ-Kurê li Mala Agahiyê ya Şehîd Murat Yilmaz qursek hat vekirin û 25 jin berşdarî vê qursê bûn.
Jinên ku diçin qursê him hînê çêkirina lihêfan dibin û him jî bi lihêfên ku difroşin va debara xwe dikin.
Mehtap Yildirima mamosteya qursê ji rojnamevanan ra daxuyand ew di nav hefteyê da 5 rojan dersê didin.
Yildirim got şaredarî hirî, elyaf û alavên din dide û ew bi van va lihêfan çêdikin.
Zehra Yalçina ku diçe qursê jî got piştî ku ew hînê çêkirina lihêfan bibe ewê ji xwe ra kargehekî veke û spasiya rayedaran kir.
Halime Karasuyê jî got ew 15 salan e lihêfan çêdike lê ji bo ku xwe zêdetir pêşva bibe tê qursê.