Pêşniyara rêziknameya hundirîn ya ku destûrê dide parlamenterên jin bi şal ve bikarin werin Lijneya Giştî ya TBMMyê hat qebûlkirin.
Komîsyona Destûra bingehîn bi serokatiya Parlamenterê AK Partiyê Burhan Kuzu ve li hev civiya. Komîsyon li ser pêşniyara rêznameya hundirîn a ku di Rêznameya Hundirîn ya TBMMyê de Guhertinê Pêşdibîne xebitî.
Parlamenterên AK Partiyê Nurettîn Canîklî, Mustafa Elîtaş, Ahmet Aydin, Mahîr Ûnal, Belma Satîr, Cîgirserokê Koma MHPyê Oktay Vural û Yusûf Halaçoglu û Cîgirserokê Koma BDPyê Îdrîs Balûken îmze avêtin vê teklîfê. Ev teklîf destûr dide ku madeya 56emîn ya rêznameya hundirîn a TBMMyê biguhere.
Bi vê guherînê ve peyva "xanim" wek "jin" diguhere û jin êdî dikarin bi çakêt û etekê ve an jî bi şal ve werin Lijneya Giştî ya TBMMyê.