Önder Beyter
16 Hezîran 2020•Rojanekirin: 23 Hezîran 2020
Heywandarên li devera gundên Uçevlerê ku navendeke sereke ya heywandariya bajêr e, li zozanên bi raqima 2 hezar û 500î hem heywanên xwe diçêrînin û hem jî hêriya wan dibirin da ku hênik bibin û nexweş nekevin.
Heywandarên ku bi alîkariya hev, pez dibirin, hêriya ku tê birîn jî difiroşin û ji xwe ra dikin dahat. Pezbira li zozanan, dîmenên rengîn derxistin holê.
- "Em rojê pezê kesekî dibirin"
Heywandar Hamit Subaşi di daxuyaniya xwe ya ku da rojnamegeran da diyar kir ku bi destpêkirina sezonê va wan dest bi pezbirê kir.
Subaşi destnîşan kir ku heya dawiya meha hezîranê ev şixul dê bidome û wiha got:
"Ji ber ku germ zêde dibe, pezê nebirî nexweş dikeve. Li herêma qedera 15 hezar serî pez heye. Em wekî heywandar, em bi dorê rojê pezê kesekî dibirin. Vê edetê em ji kal û bavan vir va didomînin. Bi hevrîngê em bi qasî 8 kes, rojane nîvekî 250 pezî dibirin. Pezê tê birîn hem goşt digire, hem geş dibe û herwiha hem jî ji nexweşiyê tê parastin."