ŞIRNAK
Mihrîcana Çand, Huner, Siruşt û Pezbirê ya ku li Beytuşebaba navçeya Şirnexê li çiyayê Katoyê tê lidarxistin, dest pê kir.
Mihrîcan, bi slogana "Çanda azad, bi serokatiya azad li çiyayên azad hêşîn dibe" hat lidarxistin. Gelek kes beşdarî mihrîcana li Zozana Laleşa Çiyayê Katoyê tê lidarxistin bûn.
Jin bi kincên herêmî beşdarî mihrîcanê bûn û bi vê sayê gelek dîmenên rengîn derketin holê. Di çarçoveya bernameya mihrîcanê de lîstikên folklorîk hatin lîstin û hunermendan kilamên kurmancî gotin.
Mihrîcan dê 3 rojan dewam bike û Parlementerê Şirnexê yên HDPê Faysal Sariyildiz û Selma Irmak jî beşdarî merasima vekirinê bûn.