18 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2017
KONYA
Li Konyayê masîvanên ku diçin gola Beyşehîrê masiyan bigrin, li ser gola qeşa girtî voleybolê dilîzin.
Rûyê gola Beyşehîrê ji ber ku qeşa girtiye, masîvanên ku nikarin masiyan bigrin keştiyên xwe ji bendergehê derxistin û ji xwe re li ser golê sporê dikin.
Durmuş Yilmazê masîvan e ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ew li ser golê futbol û voleybolê dilîzin û wiha axivî: "Em bi hevalên ji gund in re dilîzin. Pir xweş e. Lê divê lingê te neşiqite. Dîmenê li vir pir xweş e. Me masî negirt lê dema me xweş derbas bû. Heke hewa xweş bibe, emê cardin werin ku masiyan bigrin."