Ahmet Aydın
04 Gulan 2023•Rojanekirin: 10 Gulan 2023
Li Omerliya navçeya Mêrdînê di herdu çarşembên ku piştî 13ê meha nîsanê de tên gelê herêmê berê xwe dide Newala Keferdê ya ku bi qasî 25 kîlometroyan dûrî navçeyê û hatina biharê tê pîrozkirin.
Serdana ku weke kevneşopiyekê ji kevinê salan ve tê lidarxistin, gelê gundên derdora newalê û yên ku ji cihên curbicur ên herêmê berhev dibin, li newalê xwarinan çêdikin, lîstikên kevneşopî dilîzin, bi hespsiwarî û bi danîna panayir û nimayişa berhemên herêmî, rojeke xweş derbas dikin.
Welatî diçin ser gora kesekî bi navê Pîrê Qureyş ku tê gotin sala 638an dema ku herêm ji aliyê artêşa Îslamê ve tê sitandin, li herêmê şehîd ketiye.
Ji aliyê din ve li wê derdorê şikeft û cihên kevnare yên weke bajarên binerd hene. Herêma ku qada SÎTê ya şûnwarî ye bi şikeftên xwe yên qerase û siruşta xwe bala ziyaretvanan dikişîne.
Qaymeqamê Omerliyê Kerem Turker, Şaredarê Omerliyê Husamettin Altindag, Endamê Meclisa şaredariya Omerliyê Omer Yildiz û hinek rayedarên eskerî jî serdana Keferdê kirin û bi welatiyan re xwarin xwarin û bûn hevparê kêfa welatiyan.
Qaymeqamê Omerliyê Turker anî ziman ku ji gundên derdorê û her wiha ji gelek aliyan di vê mehê de tên serdana Newala Keferdê û beşdarî pîrozbahiyên biharê dibin û got, "Li vê derê hatina biharê bi seyranê bi hespsiwarî û nimayişan tê pîrozkirin. Em jî weke rayedarên qaymeqamtî, şaredarî û erkanên eskeriyê hatin beşdarê kêf û coşa wan dibin."
Şaredarê Omerliyê Altindag jî destnîşan kir ku çalakiya ku bi salên dûr dirêj li herêmê dihat pîrozkirin, serdemekê ji ber pirsgirêkên ewlekariyê nedihat lidarxistin û got, "Gel îro ewledar û piştrast tê vê derê. Vê derê qadeke çalakiya çandî ye. Mirovên herêmê her wiha yên ji herêmê ku li parêzgehên derdorê rûdinên, tên serdanê. Dîroka Omeriyan dîrokeke kevnare ye, bi nemana pirsgirêkên ewlekariyê dê gelek tişt derkevin ser rûyê erdê. Hêvîdar im di serdemên pêşiya me de beşdariyên berfirehtir û yên akademîk jî çêbibin. Em ê jî hewl bidin xebatên weke veguhastin, çêkirin û xweşkirinên rêyan, bikin."
Endamê Meclisa Şaredariya Omerliyê Omer Yildiz jî behsa beşdariya çalakiyê kir ku û got, "Li vê derê her sal herdu çarşembên piştî 13ê nîsanê, mirov dicivin, xwarinê çêdikin, seyrana xwe dikin û vedigerin. Elhemdulillah jixwe pirsgirêkên ewlekariyê jî holê hatine rakirin."