Ayhan Babat
04 Gulan 2023•Rojanekirin: 06 Gulan 2023
Bedewiya siruşta Hilala bajaroka Qilebana navçeya Şirnexê ku bihatina biharê re xweşiktir bû, lê hêviya kifşê ye.
Qilebana Kevin (Bajarokê Hilalê) bi dîmenên xanî û dêrên kevnare, bi çiyayên xwe yên bilind, bi şînkayî û robarên xwe xwedî bedewiyeke bêhampa ye.
Bi hatina biharê re dîmena otantîkî ya dêr û xaniyên kevnare, daristan û çiyayên şîn weke kartpostalan e.
Qilebana kevin li hêviya siruşthez û wênegirên siruştê ye.
Fotografêrê Siruştê Ayhan Babat behsa siruşt û bedewiya herêmê kir û wiha pê de çû:
"Em niha li xwezaya Qilebana navçeya Şirnexê ne, xwezayeke gelekî xweşik û rind û destnedayî li vê derê heye. Li vê xwezayê xanî û dêrên kevnare hene. Em ê van xanî û dêrên kevnare bi droneyê bikêşin û bi hesabên xwe yên medyayîa civakî pêşkêşî şopînerên xwe bikin."
Wênegir Babat anî ziman ku mebesta wan ew e ev herêm ji aliyê derdorên siruşthez ve were naskirin û got, "Em dixwazin ev xanî û dêrên kevnare digel vê xwezaya xweşik bê dîtin û bê naskirin."
Babat bang li rayedaran kir ku ji bo ziyaretvanan asankariyan bikin û got, "Her wiha em ji rayedaran dixwazin ji bo danasîna van cihên kevnare, der barê nav, dîrokê da lewhe li ser wan bên danîn. Mirovên ku bên vê xwezayê jê sûdê wergirin bizanin ka navên wan çi ne û di kîjan serdemê de hatine avakirin û bikaranîn."