29 Adar 2016•Rojanekirin: 31 Adar 2016
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Nêzîka 150 hunermendî ku bi organîzasyona Rêxistina Çanda Tirkî ya Navneteweyî (TURKSOY)ê li hev civiyan û di konsêra Newrozê da li Hola Encumena Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY)ê derketin ser dikê.
Newroza ku ji aliyê NYê va weke mîrata çandê ya neberceste tê qebûlkirin, bi beşdarbûna hejmarek gelek ji dîplomat û mêvanan, li Navenda Giştî ya NYê hat pîrozkirin. Pîrozbayiyê îsal ji 25emîn sala serbixwebûna Azerbaycan, Kazakîstan, Qirgizîstan û Turkmenîstanê ra hatin îthafkirin.
Wekîlê Serkreterê Giştî yê NYê Jan Eliasson di merasîmê da axivî û destnîşan kir ku Newroz ji bo NYê di çarçoveya mîrata çandî da ye.
Eliasson kêfxweşiya xwe ji konsêra TURKSOYê ra anî ziman ku piştî 5 salan li NYê tê lidarxistin.
Sekreterê giştiyê TURKSOYê Dusen Kaseinov jî êrîşên terorê yên li Tirkiye û Belçikayê rûreş kir û anî ziman ku ji ber van bûyerên nexweş Newroz bi dilşikestî hate pîrozkirin.
Piştî axaftinan, nêzîka 150 hunermend ku ji 15 welatan hatibûn, hinek çalakiyên ku mijarên weke aştî, bereket, biratî û parvekirin di xwe da digirtin, li ser dikê nîşan dan.