Önder Beyter
07 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2017
SÊRT
Li Perwariya navçeya Sêrtê ji ber ketina berfê dibistan rojekê hatin tetîlkirin.
Di daxuyaniya Qaymeqamtiyê da hat destnîşankirin ku ji ber ketina berfê dibistanên li navenda navçeyê û yên li gundan bo rojekê hatin tetîlkirin.
Li navenda navçeya ku berf hê jî dibare, qalindahiya berfê gihîşt 20 santêmêtroyan, li deverên serdest jî gihîşt 30 santêmêtroyan.