Fatih Gazioğlu
07 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 12 Berfanbar 2017
XÛTAYA ROJHILAT/ANKARA
Rawana 8 salî ya ku li Xûtaya Rojhilata Sûriyeyê di bin dorpêça rejima Esed de dijî heta 8 kîloyan ket.
Zaroka keçîn ji ber birçîbûn û tunebûna dermanan nexweş ket û ji felcê heta sîrozê gelek nexweşiyên wê hene.
Li Xûtaya Rojhilat ya Sûriyeyê ev 5 sal e di bin dorpêça rejima Esed de ye nêzî 400 hezar kes ji ber feqîrî, birçîbûnê di nav şert û mercên zor de dijîn.
Rawana 8 salî ya ku li Mîdaya bajaroka Xûtaya Rojhilat dijî 8 salî ye û niha jî heta 8 kîloyan ketiye. Rawan êdî nikare bimeşe û biaxive.
Omer Nasirê bavê Rawanê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û behsa keça xwe kir. Nasir got ku keça wî beriya 4 salan nexweş ket û wiha dewam kir:
"Keça min 8 salî ye û niha jî 8 kîlo ye. Ji ber dorpêçê em nikarin dermanan bistînin. Bi keça min re felca mêjî, nexweşiya tamaran û sîroz heye. Divê bilez doxtorên pispor keça min mieyene bikin. Heke doxtor keça min mieyene bikin jî vê dorê derman tunene. Hebin jî biha tên firotin. Divê keça min xwarinê bixwe. Rewşa Xûtaya Rojhilat ev du sal e baş nîne. Divê keça min ji vê derê derxin û derman bikin."