Kağızman Ali Çelik
10 Gulan 2021•Rojanekirin: 11 Gulan 2021
Ribêsa li herêmên bilind ên Qaqizmana navçeya Qersê hêşin dibin êdî li bazaran û ser destgehan tên firotin.
Ribêsên li herêmên bilind ên Herêma Rojhilatê Anadoluyê tebiî hêşin dibin ji gelê herêmê eleqeyeke mezin dibînin.

Mehmet Karaşalê ribêsfiroş diyar kir ku di hin mehan da ribêsan diçinin û wiha pê da çû: "Di heyama ribêsan da demeke kin be jî em nanê xwe qezenc dikin. Komkirina ribêsa li herêmên bilind hêşin dibe gelekî zehmet e. Ber destê sibê derdikevin rê û gelekî dimeşin ku ribêsan kom bikin."
Cesîm Çelîkê esnafê bazarê jî got ribês gelekî eleqeyê dibîne û wiha axivî: "Ji ber ku welatî eleqeyê nîşanî ribêsan didin em di destpêkê da kîloya wan bi 4-5 lireyî difroşin. Demekê şûnda bihayê wê ew ê bikeve."