Haydar Şahin
22 Tebax 2020•Rojanekirin: 23 Tebax 2020
Li Sariqamîşa navçeya Qersê welatî ji bo têxin reçel li daristanê tûşemiyên xwedêda kom dikin. Di nav gel da ji bo tûşemiyê navê tûfrengiya darê jî tê gotin.
Ji tûşemiyên li Cibiltepe, Suludere, Soxuksu û Qaranlixdereya herêmên daristana çamê ya Sariqamîşê hêşin dibin reçelê çêdikin.
Li Sarîqamîşa navçeya Qersê welatî ji bo têxin reçel li daristanê tûşemiyên xwedêda kom dikin. Di nav gel da ji bo tûşemiyê navê tûfrengiya darê jî tê gotin. ( Hüseyin Demirci - Anadolu Agency )
Turku Dogaya tûşemî kom dikir daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku her sal di tebaxê da dest bi komkirina tûşemiyan dikin. Dogayê got ji bo reçela zivistanê çêbikin tûşemî zehf girîng in û wiha pê da çû: "Tûfrengiya darê depoya vîtamîna Cyê ye û zehf kêrhatî ye. Wekî mayîn em ji tûfrengiyên darê reçelê jî çêdikin. Em pêşniyazî her kesî dikin."
Yîgît Demîrcî jî wiha got: "Em li daristanê tûfrengiyên darê kom dikin. Em ji wan reçelê çêdikin lêbelê di dema komkirinê da xwarina wan zehf xweş e. Dibê tebîethez werin vê derê bibînin."