Abdullah Tel
14 Gulan 2018•Rojanekirin: 15 Gulan 2018
MALATYA
Li Kaleya navçeya Meletiyê birên xinzîran ên ku ketin nav zeviyên tûfrengî lê hatibûn danîn, bûn sedema zirarê.
Mixtarê Taxa Abuşoglu ya ser navçeyê Mehmet Karaca daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku birên xinzîran ên ku ketin nav zeviyên tûfrengiyan zirareke mezin li pey xwe hiştin.
Karaca destnîşan kir ku bi salan e ew tûfrengiyan diçînin lê cara ewil e rastî tiştekî wiha tê û axaftina xwe wiha domand: "Rojê qasî 30-40 tûfrengiyan ez diçînim û difiroşim û pê debara malbata xwe dikim. Îsal birên xinzîran ketin nav zeviyên min û bi bergîdana 15 hezar lireyî zirara wan gihîşt min."
Mixtar Karaca got ku ew ji bo rê li ber hatina xinzîran bigire bişev agir pê dixe û ji rayedaran jî xwest ku bila zirara wî telafî bikin û di têkoşîna li hemberî xinzîran da alîkariya wî bikin.